Bu duf çuna qunaxên sexbêrikirin û berfirehkirina pirujê parikê Barzanî li taxê nizarî li bajêrê duhokê evro spêdê 27/6/2010 berêz temer remezan parêzgerê duhokê û dgelda çend rêveberên fermangehên mîrî sera pirujê navibirî da û jnêzîk sehkire qunaxên bicih înanê, tê zanîn li duf bernamê kargêrîya parêzgeha duhokê jibu ciwankirina bajêrê duhokê û zêdekirina parik û chên kesikatyê li naf senterê bajêrî li meha 5 (2010) dest sexbêrikirin û berfirehkirina parikê navibirî hatî ye kirin û heta nuke 10% hatî ye bicih înan ruberê giştî yê pirujey 62000m2 ku 40000m2 jwî ruberê bu kesikatyê ûyaryên zarukan û chên bêhn vedana welatîyan û xzmetkaryên din dê hête bi karînan, piruje jilayê kumpanîyeka keritê taybet û b hefkarî digel serukatîya bajêrivanîya dihukê bi kujmê pitir j4mlîyar û 600 mlyun dînara dê hête bicih înan birîyar e linaverasta meha 9 ya ef sale bikevîte dixizmetê da....
|