Roja 3 -6 -2010 berêz timir rimçan parêzgerê duhokê bi serukatîya şandekî seredana bajêrê zaxu kir berahyê li kuçka qabmqamyê digel qaymqam û rêveberên dezgayênhkumeta herêmê li zaxu behsê pêdivyên deverê ji pirujan hate kirin
Dîvda seredana pirujê ava zaxu hate kirin û digel endazîyarên taybetmend behsê çawanîya çarekirina vê arîşên pirujey hate kirin û budca pêdivî bu nehêlana arîşê jilayê parêzgerê duhokê ve hate terxankirin.
Paşî dibîyavê pwîtedana hikumeta herêma Kurdistanê bi keritê perwerdê û nehêlana kêmasyên avahîyan bi amadebuna parêzgerê duhokê temer remezan berê binîyatî bu çend piruja hate danan û çendîn pirujên dî hatine vekirin û bivî rengî
** berahyê qutabxaneka 18 rêzî ya nimuneyî li taxê hîzil hate vekirin ku bibaştirîn sîstem hatî ye avakirin.
** dîvda berê binîyatî bu qutabxaneka 27 rêzî hate danan û dê bibaştirîn nexşe hête avakirin digel hemî pêdivyên serdemane yên xwandinê bi kujmê 2 miliyaru 543 milyun dînara.
**paşî her li bajêrê zaxu avahyê dadgeha zaxu hate vekirin û ji dû nihuma pêk dihêt û li jêr serperştîya kargêrîya xuchyê li parêzgeha duhokê bi kujmê 1mlîyaru 100 milyun dînara hatî ye avakirin.
Her dibîyavê perwerdê da qutabxaneka 18 rêzî li taxê sê malika hate vekirin. Bi kujmê 1 miliyaru 555 milyun dînara.
Dîvda seredana avahyê qaymqamîya zaxu hate kirin ku li jêr bicihînanê ye û rêja 70 % hatî ye bicihînan û kujmê 1 miliyaru 167 milyun dînara bu hatî ye terxankirin.
**her li bajêrê zaxu û bi amadebuna parêzgerê duhokê berê binîyatî be nexuşxaneka 60 textî ya zaruk bunê hate danan bi kujmê o 4 miliyaru 350 milyun dînara.
** dibîyavê rêkxistina hatin û çunê da li bajêrî parêzgerê duhokê berê binîyatî bu çêkirina pira bêdarê lizaxu bi kujmê 20 miliyar dînara dana.
Li dîmahîya seredana bajêrê zaxu parêzgerê duhokê yarîgeha werzşî îla zaxu ya girtî vekir.
Hejî gutinê ye ku pirujên berê binîyatî bu hatî ye danan û hatîne vekirin bi kujmê zêdetir ji 37 miliyar dînara bun.
duhokê (temer remezan) didaxûyanîyekê bu dezgayên ragehandinê dîyar kir ku ef pirujên hatîne vekirin û berê binîyatê bu hatî ye danan jibudca geşepêdana herêma ya sala 2009 û 2010 ê bun û dîyar kir ku ji bu dica wezareta parekê mezin bu qeza zaxu ku ji hemî qezayên parêzgehê pêtir e hatî ye terxankirin li van nêzîka dê dest bi cihînana piruja hîte kirin.
Herwesa parêzgerê dihukê dîyar kir ku pira bêdarê dê li van nêzîka dest bi cihînana wê jilayê kumpanîyeka taybetmend hête kirin û birîyar e pireka dî li nêzîk pira ebasîkê jilayî rêveberîya rêk û pira li dihukê bihête bicihînan li cihê pira asnî.
|