Evro 7/4/2010 berêz temer remezan parêzgarê duhokê pêşiwazîya berêz (hisên elemîd) serukê êketîya êraqê ya baskit bulê û cêgirê wî kir..
Dihevdîtinekêda bi amadebuna serukê lîjna ulumpî li duhokê û çend berpirsên saziyên werzşî li dihukê behsê rewşa werzşê û saziyên werzşî li parêzgehê bi taybet rewşa baskit bula duhokê û ew berihevyên dihêne kirin bu encamdana qaremanîya tîmên baskit bula welatên ruj ava asîya li duhokê ku birîyar e tîmên welatên (îraq–Îran–Urdin–Lubnan–Felisitîn–Yemen) lirujên 5 -12/6/2010 vê qaremanyê li dihukê encamden... Parêzgerê duhokê xuşhalîya xu dîyarikir ku ef qaremanî ye li dihukê dê hête sazkirin û pştevanîya parêzgehê nîşan da bu her harîkarîyekê ku ew qaremanî serkeftîyane li duhokê bihête encamdan...
|