Evro piştî nîviru 28/1/2010 berêz temer remezan parêzgerê duhokê pêşiwazîya (rubirt êç cî yayî).. Rêveberê bicih înanê li kumpanîya ênivêst Kurdistan ya emirîkî dibîyavê çandinê da kir.
Dihevdîtinekêda behsê rewşa berihemînanê û ew asankaryên hikumeta herêma Kurdistanê kirîn bu sermayedar û berihemînera bu avakirina pirujên berihemînanê hate kirin..
Rêveberê kumpanîya navibirî dîyarikir ku wan li bere pirujekê çandinê yê xanyên pilasitîkî buçandina bacansurika û ferewla û senterekê şîretkarîya pêşêxistina çandinê li duhokê bi damezirînin bu pêşêxistina çandin û xizmetkirina cutîyarên deverê.
Parêzgerê duhokê xuşhalîya bivî pirujê çandinê derbirî û pştevanîya parêzgehê nîşan da bu herasankarîyekê, herwesa pêşinîyarikir ku kumpanîya wan kargeheka çêkirina xanyên pilasitîkî li parêzgehê bidamezirînin bu wê çendê ku bernamên wan pitir werarê biken û cutîyarên hemû Kurdistanê mifay ji berihemê wê kargehê wergirin...
|