Evro nîviru 5/1/2010 berêz (temer remezan) parêzgerê duhokê pêşiwazîya berêz (hêriş miherem) serukê desteya weberînanê li Kurdistanê û şandê digelida kir,
Dihevdîtinekê da bi amadebuna rêveberê giştî yê weberînanê li duhokê behsê pirujên weberînanê li sinurê parêzgehê û çawatîya xurtir kirina delîvê li ber sermayedaru kumpanyên bîyanî û nafixûy bu bicihînana pirujên weberihêner li sinurê parêzgehê hate kirin,
Parêzgerê duhokê berihevîya kargêrîya parêzgehê bu hefkarî û harîkarî kirina her kumpanê sermayedarekê bivêt pirujekê berihem hêner bicih bînît dupatkir.
Serukê desteya weberînanê dîyar kir bu sala 2010 kujmê 20 miliyar dînara jilayê hikumeta herêma Kurdistanê ve bu bicihînana hindek pirujên xizmetkarî yên giring weku bingehên saxlemyê û qutabxana li naf pirujên akincîkirinê yên jilayê sinduqa akincîkirinê ve piştevanî lê dihête kirin hatîne terxankirin,
Her evru êvarê parêzgerê duhokê digelida serukê desteya weberînanê li Kurdistanê seredana pirujê zerî land 2 li yê akincîkirinê li duhokê kir û gerîyanek dinaf pirujey da kir, pirujê zerî laand 2 javakirina (600) şiqa liser ruberê 100m2 û baxçên zaruka û qutabxaneka (30) rêzî û îstgeheka taybet ya parznîna avirîja bu bikarînanê li avdana baxçan û hula helkefta û çendîn pirujên dî pêk dihêt,
Dîvda seredana pirujê evru sitî hate kirin û gerîyanek dinaf pirujey da hate kirin û sehkire qunaxên karî dipirujey da, pirujê evru sitî ji (3800) şiqên akincîkirinê û çendîn vêla û utêl û firuşgeha û baxçên giştî û cihên werzşî yên girtî û vekirî û Melevangeha û bingehên pulîsa û qutabxanên seretayî û amadeyî pêk dihêt.
|