Evro spêdê 6/12/2009 berêz temer remezan paêzgerê duhokê sera rêveberîya ewqafa duhokê da, jilayê rêveber û çend zanayên aynî pêşiwazî lê hate kirin..
Dikumbunekêda digel rêveberê ewqafê û çend zanayên aynê (buslmanan û mesîhîyan û êzdîyan) behsê pêşinîyara rêkxistina behîyan li mizgefit û hulên helkefta bi şêwazekê guncay ku karubarên behyê li ser xudanên behîya nebîte bargiranî bi giştî hate kirin... Paş dan û standin li ser pêşinîyarê hatine kirin û berihevbwyên kumbunê piştevanîya pêşinîyar kir ku behî bitinê piştî nîvirûya li mizgefit û hulên helkefta bihêne danan da barê welatîyan û xudanên behîyan bihête sivkirin nexasme bu xelkê dest kurt û kêmderamet... Tê zanîn sîstemê danana behîya li danê îvarîyan li gelek bajêr û nawçên herêma Kurdistanê kar pê dihête kirin û başiyên xu yên aburî û civakî û tendirsitî jî hene..
|