Bi helkefta ruja cîhanî ya berihingarîya tund û tîjyê dijî afiretan evro spêdê 25/11/2009 berêz (temer remezan) parêzgerê duhokê sera rêveberîya nehêlana tund û tîjyê dijî afireta li duhokê da û digel rêveber û efserên rêveberyê behsê bizav û çalakî û karê jilayê wan ve dihête kirin hate kirin, parêzgerê duhokê dest xuşî li karê rêveberyê kir û piştevanîya kargêrîya parêzgehê bu serkeftina karê wan dupatkir,
Didaxûyanîyekê da bu dezgayên ragehandinê (temer remezan) parêzgerê duhokê amaje kire wê çendê ku bi helkefta ruja cîhanî ya berihingarbuna tund û tibjyê seredana vê rêveberyê kirî ye û dîyar kir ku ef rêveberî ye bi şitevanîya berdewam ya hikumeta herêma Kurdistanê bi bizaftirîn û çalaktirîn rêveberî ye li ser astê herêma Kurdistanê,
Herwesa parêzgerê duhokê ew êk jî da dîyar kirin pêdivî ye xelkê parêzgeha duhokê û herêma Kurdistanê bi giştî hişîyarîya pêtir nîşa bideyn bu vê tund û tîjyê û gut: Herçend e kêrfê tundu tîjyê gelek yê hatî ye xwarê û ew pêrabunên hikumeta herêma Kurdistanê û dezgayên peywendîdar kirîn berihem hebûye û umêdewarim ku rujek jiruja em hemî bizavê bikeyin li herêma Kurdistanê û bibînîn ku bi êk carî ef dîyarda xirab ya hatî ye binibir kirin, umêdewarim bi pêşdaçuna astê hişîyarîy û têgehiştina civakî li herêma Kurdistanê vê dîyarda xirab û tirsnak bihête binibir kirin,
Hejî gutinê ye ku salane li 25/11/2009 ef bîrewerî ye dihête saxkirin bi çendîn bizav û çalakîyan û birîyar e evru li bajêrê zaxu nivîsîngeka taybet ya berihingarîya tund û tîjyê ya girêday rêveberîya nafibirî bivê helkefê bihête vekirin.
|