Ji bu zanîna rewşa karê kumela xwîn bexşên Kurdistanê liqê duhok û ew xizmetên bi rêka xwîn bexşa pêşkêşî nesaxa diket evro spêdê 10/11/2009 berêz temer remezan parêzgerê Duhokê civînek digel şandekê kumela xwîn bexşên Kurdistanê liqê duhok bi serukatîya berêz hemze rezîkî serukê komelê sazkir... Dicivînê da serukê kumela navibirî çend runahî berdane ser rewşa kumelê û ew xizmetên bi rêka endamên kumelê pêşkêşî nesaxa diken nexasme ew kesên pêdivî bi xwînê hey weku nesaxên telasîmîya û nexuşyên dî...
Parêzgirê duhokê karê kumelê wendamên wê ewên xwînê pêşkêşî nesaxa diken bi karekê miruvayetî û nîştmanî saluxet da û pştevanîya parêzgehê nîşan da bu xurtkirina karê kumelê li senterê parêzgeha duhokê û deverên dî li sinurê parêzgehê....
Tê gutin li sala 2008 ê kumela navibirî hatî ye damezirandin û heta nuke pitir j1600 endamên xwîn bexş hene û livî mawê hatîyedamezirandin kumelê şîyaşî ye 30 hewên xwîn bexşînê encamden û ptir ji 1400 bitilên xwînê bu nesaxa hatîne dabînkirin....
|